Subscribers
10K-50K50K-100K100K-200K200K-500K500K-1M1M+2M+
-
Views/7days
10K+50K+100K+200K+500K+1M+
-
Super Chat
$5,000+$10,000+$50,000+
-
Live Viewers
1K+3K+5K+10K+20K+30K+
-
Last promotion
Past 7 daysPast 15 daysPast 30 daysPast 180 daysBefore past 30 days
Country
United StatesSouth KoreaJapanTaiwanIndonesiaViet NamIndia
Relevance

Xwebûn

Em bi xwe ne! Şeva 21’ê kanûnê şeva herî dirêj a salê ye. Piştî vê şevê êdî hikmê tarîtiyê kêm dibe û ronahî li tevahiya rojê serwer dibe. Di nav gelên Rojhilata Navîn de baweriyeke bi navê Şeva Yelda heye. Li hinek deverên Kurdistanê bi boneya vê şevê pîrozbahî tên lidarxistin. Ji bo vê şevê pênaseyên mîtra, mêhrda, mihrza, mîrza tên kirin ango wateya xwe roj hilat e. Em jî di rojeke wiha de bi belavkirina rojnameya ‘Xwebûn’ê silavekê didin xwendevanên xwe. Reh û kokên zimanê me heta bi hezaran salan dirêj dibin. Xêrnexwaz dixwazin rehên me qut bikin da ku em ji xwebûna xwe dûr bikevin. Ji bo em pêşiya xwe baştir bibînin em ji duh, îro û sibeyê di nav hev de dibînin û pêwendiya dem û mekanê ji hev qut nakin. Xwebûn, xwenasîn û xwezanîn e. Di felsefeyê de xwenasîn bingeha hemû zanebûnan e. Em xwebûna xwe di ziman, çand, erdnîgarî û azadiyê de dibînin. Îro hebûn û zimanê me desteser kirine û wekî çek li hemberî me bi kar tînin. Wek rojnameya Xwebûn bêguman çend rêgezên me yên weşanê he
  • 5.8K subscribers,
  • 0 videos